Milyonek cureyên nebat û lawiran li ber xeteriya tinebûnê ne

Li cîhanê ji ber guherîna avhwa yek jî heyînên ku herî zêde bandor dibin, nebat û lawirin.
Li seranserê cîhanê bêtirî milyonek cureyên nebat û lawiran di xetereya tunebûnê de ne.

Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de, têkildarî cureyên nabat û lawiran de axivî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di jiyana kovî de 8 hezar û 400 cureyên nebat û ajalan di nava xeteriya tinebûnê de ne.

Her wiha nêzî 30 hezar cure jî bêparastin in.

Di daxuyanîyê de hate gotin, divê 2022’an Roja Jiyana Kovî ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî de, cureyên ku di xetereya tunebûnê de ne bên rojevê û wiha hat gotin:

“Li gor texmînan li cîhanê milyonek cure bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. .”

Roja Jiyana Kovî ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî her sal di 3’ê Adarê de tê pîrozkirin.

Ev roj wekî “Rizgarkirina cureyên girîng ên ji bo başkirina ekosîstemê” hate destnîşankirin.

Back to top button