Atêf Mixawirî: ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê têkoşîn bê mezinkirin

Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji gelek alîyên cîhanê xebat têne meşadin. Parlementerê Misrî û Cigirê Serokê Giştî yê Partîya Tegamê Atêf Mixawirî xwest ku PKK ji lîsteya terorê were derxsitin.
Miawirî got: ”PKK di lîsteya terorê de hiştin, neheqiye li têkoşîna rewa ya gelê Kurd e. Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxsitin, divê têkoşîn bê mezinkirin.”

Ji bo berjewendîyên Dewletên deshilatdar, ev bi salane PKK bê heq û bê hiqûq di lîsteya terorê de tê ragirtin.

Tekoşîna ku ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxsitin jî bê navber didome û ji pir alîyan ve rastî piştgirîyeke mezin tê.

Têkildarî mijarê Parlementerê Misrî û Cigirê Serokê Giştî yê Partîya Tegamû Atêf Mixawirî li ser hesabê xwe yê Medya Digital peyamek weşand.

Atêf Mixawirî di peyama xwe de xwest ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin û got:

”Divê hemû parêzvanên azadîyê ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxsitin, tê bikoşin.”

Mixawirî di peyama xwe de wiha got:

”Partîya Karkerên Kurdistan PKK, li Tirkîyê îfadeya çalakîya hêzên şoreşgere ku, tekoşîna sîyasî ji bo bidestxistina mefên gelê Kurd li Tirkîyê bilind kiriye.

PKK li dijî neheqîya ku ji serdemên Osmanîyan despêkiriye û heya niha dewam dike derketîye.

Her wiha ji hêzên sîyasî yên Tirkîyê û yên di asta cîhanî de tê xwestin ku rê bidin Partîya Karkerên Kurdistan ku hebûna xwe dîyar bike û ji lîsteya terorê were derxsitin.

Ez di wê bawerîyê de me ku ev tekoşîna ku bi fedakarîyên mezin tijî ye, îfadeya daxwaz û ramanên gelên Tirkîyê jî pênase dike.

Ji ber vê yekê ji bo hemê hêzên ku bidestxistina maf û daxwazên gelan ên azadîyê re mijul didin, ji bo me jî kareke bingehîne ku em bibin alîkar ku Partîya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê were derxsitin.

Ev daxwaza hemû hêzên şoreşgere ku banga avakirina civakên sivîl ên demokratîk dikin.

Ji ber vê yekê ez bi hemû derfetan re hevgirim ku PKK li Tirkîyê wek hêzên din mefê xwe yê xebatên sîyasî heye û divê ji lîsteya terorê were derxsitin.

Ez bawerim ku tekoşîna wê tekoşîneke azadîyê ye.

Di çarçoveya heman xebatê de ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, Meclîsa Medya Dîgîtal a Kurdistanê wê di 26 Mijdar’ê de kampanyaya Hashtagê bide despêkirin.

Back to top button