Koma çete ya bi navê “Pêşmergeyên Roj” ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin perwerdekirin

Ji salên destpêkê yên aloziya Sûriyê û destpêka şoreşa Rojava qala koma bi navê “Pêşmergeyên Roj” ku paşê navê wan kirin Leşkerên Roj tê kirin. Ev koma ku ji aliyê MÎT û PDK’ê de hate avakirin û perwerdekirin, herî dawî di êrişa 29’ê Tebaxa derbasbuyî ya li Xelîfanê de cih girtin û 5 gerîla şehîdkirin.

Malbat û xizmên van kesên kirêgirtî, bang li wan dikin ku nebin amûrê qirkirina kurdan û vegerin rojava. ANHA ji sibê û pêde wê bangên malbatên wan biweşîne.

Koma çete ya ku navê Pêşmergeyên Roj an Leşkerên roj lê tê kirin, sala 2012’an bi organîza serokê PDK Mesûd Barzanî li ser daxwaza desthilata AKP’ê hat avakirin..

Ev kom ji 3 tabûran pêk tên lê hejmara wan baş nayê zanîn.

Endamên komê Ciwanên ji Rojava ne û perwerdeyên leşkerî li ser destê pisporên MİT’a Tirk li baregehên Başûrê Kurdistanê dîtin.

ENKS ku beşek ji Itîlafa Sûrî ya ser bi dewleta Tirk ve ye, vê komê wekî baskê xwe yê leşkerî bi nav dike..

Di 22’yê Mijdara 2014’an de serokwezîrê Tirk yê wê demê Ehmed Davutoglu li baregeha Diyana ya li Başûrê Kurdistanê serdana çeteyên roj kir.

Mijara vegera “Pêşmergeyên Roj” ji bo Rojava gelek caran hatibû rojevê.

Bi taybet dema hevdîtin di navber ENKS’ê û aliyên Siyasî yên rojava re çê dibûn.

ENKS’ê her xwestiye vê komê derbasî herêmê bike û weke hêzeke di bin fermana wan de li rojava bi cih bibe.

Ev yek jî ji aliyê hin endamên Îtlîfê ve li ser ekranan wekî mudaxeleya nava rojava bi riya vê komê hat bi navkirin.

Adara 2017’an êrişî li ser xanesora Şengalê de cih girtin

Heta demekê navê vê komê li ser dezgehên çapemeniyê nehat bihistin, lê careke din navê wan di êrişên li ser navçeya Xanesor a Şengalê di 3 adara 2017’an de hat ziman..

Ev êrişa ku koma roj tê de cih digirtin, piştî çend rojan ji serdana serokê PDK’ê Mesût Berzanî ya di 26’ê Sibatê li Tirkiyê pêk hat..

Di nava çeteyên ku dewleta Tirk şandin Lîbya de navê wan derket

Dewleta Tirk ku bi hezaran çeteyên Sûrî dişandin Lîbiya, navê endamên Leşkerên roj di nava wan çeteyan de jî derket.

Li dijî qadên gerîla di nava tevgerê de bûn

Di Nîsana 2020’an de Ajansa Rojnewsê agahî parve kirin ku PDK’ê hêzeke mezin li herêma Zînî Wertê bi cih kiriye û derket holê di nava wan de endamên koma bi navê “Pêşmergeyên Roj” hene.

29’ê tebaxê; PDK’ê kemînek li pêşiya hêzên Gerîla danîbû û di encamê de 5 gerîla şehîd bûbûn.

ANHA’ê bi agahiyeke xwe dispêre çavkaniyeke taybet, ragihand ku endamên koma bi navê Roj di nava vê êrişa li ser gerîla de hene û navên wan jî eşkere kir..

Malbat û xizmên wan: Nebin amûrê qirkirina Kurdan û paşde vegerin

Malbatên kesên di nava vê komê de cih digrin, bi riya ANHA’yê bang li xizm û zarokên xwe yê di nava vê komê de dikin ku nebin amûrê qirkirina Kurdan, ji nava vê koma kirêgirtî derkevin û vegerin Rojava.

Rêze hevpeyvînên ku Hawarê bi malbatên çeteyên Roj re çêkirine, ji 9 beşan pêk te..

Sibê û şûnde, bi sernavê “Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan” tê weşandin..

Back to top button