Navbera Ermenistan û Azerbeycanê şer derket, 15 leşkerên Ermen hatin kuştin

Di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de li herêma Qerebaxê careke din şer rû da û di encama şer de 15 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê têkildarî êrişê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya niviskî ya Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê hêzên Azerbaycanê li herêma Nagurdno ya Qerebaxê êriş birine ser hêzên Ermenî.

Wezaretê Ermenistanê diyarkir ku di encama êrişê hêzên ezerî de 15 leşkerên wan hatine kuştin, 12 birîndar bûne û 2 girê stratejîk ji destê wan derketiye.

Li gorî daxuyaniya niviskî ya Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê şer berdewame û agirbest serneketiye.

Ji aliyeke din Wezareta parastinê Ya Ezerbaycanê jî êriş piştrastkir û diyar kir ku hêzên wan pêşveçûna leşkerên Ermen rawestandine û çend leşkerê eremen kuştine hinek ji wan dîl girtine.

Her wiha wezareta Ezerbaycanê diyar kir ku di êrişê de tenê 2 leşkerê wan birîndar bûne.

Azerbaycan bi desteka Tirkiyê payiza 2020’an ji bo ku Qerebaxê dagirker bike operasyon dabû destpêkirin. Di şer de 6 hezar û 500 kes hatibûn kuştin. Piştî şerê ku şeş heftiyan dom kirî peymana agirbestê hatibû danîn.

Back to top button