Piştî destwerdana Rûsyayê, agirbesta hat ragihandin

Doh li herêma sînor, di navbera hêzên Azerbêcan û Ermenîstanê şer rû da.
Di encamê de 12 leşkerên Eremn dîl hatin girtin.
Azerbêcan jî îdîa kir ku aliyê êriş destpêkiriye Ermenîstane û got, di encamê de 7 leşkerên me hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Danê êvarê di encama destwerdana Rûsyayê de agirbest hat ragihandin.

Ji 10’ê Mijadar sala 2020’an ve ango roja ragihandina agirbesta di navbera Êrîvan û Bakûyê de, careke din alî bi hev ketin.

Li gorî daxuyaniya Ermenîstanê, hêzên Azerî li herêma sînor êrişî çeperên wan kirin.

Pêşî hat gotin di êrişê de 15 leşkerên Ermenî hatin kuştin û 12 jî dîl bûne.

Lê Wezareta Parastina ya Ermenîstanê ragihand ku tenê leşkereke wan hatiye kuştin û dîlgirtina 12 kesên din piştrast kir..

Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê: Ji ber êrişa artêşa Ermensîtan, 7 leşkerên me hatin kuştin

Azerbêcan jî îdîa kir ku artêşa Ermenîstanê êriş kiriye û got:

Ji ber êrişa yekîneyên Azerbêcanê, 7 eskerên me hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Piştî ku Rûsya ket navberê, alî li ser agirbestê lihev kirin.

Ji ber vê aloziyê hukûmeta Ermenîstanê bang li Rûsyayê kir da ku bikeve nava tevgerê û pêşî li êrişan bigre.

Têkildarî rewşê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu eşkere kir ku piştî hevdîtina li gel herdû aliyan, agirbest hate ragihandin.

Di daxuyaniya aliyê Rûs de ev tiştî hatin gotin:

Li herêma Karakilîsê şer rawestiya û rewş vê gavê asayî û di bin kontrolê de ye.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê jî diyar kir ku bi navbênkariya Rûsyayê, li rojhilatê Ermenîstanê agirbest hate erêkirin.

Di vê navberê de Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel bang li herû aliyan kir ku li gorî agirbesta 10’ê Mijdara 2020’an tevbigerin.

Sala derbasbûyî di navbera herdû welatan de şer 6 hefteyan dewam kiribû.

Di encamê de bi qasî 6 hezar hezar kes hatin kuştin.

Paşê bi navbênkariya Rûsyayê, agirbest hat ragihandin.

Back to top button