Nivîskar Hisen Omer: Armancê vê belgê aboriye

Di çend rojên dawî de dezgehên çapemeniyê bal kişandin ser belgeyeke Urdunî ya bi navê “NA BELGE” ya têkildarî Sûriyê.

Nivîskar û lêkolînvanê siyasî Hisên Omer destnîşan kir ku armancên vê belgeyê aborî ne.

Her wiha hevserokê MSD’ê Riyad Derar jî diyar kir ku ev belge ne rêya çareseriyê ye. Lê mirov dikare weke rêbazeke nû bigre dest.

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat beriya çend rojan belgeyeke Urdunî ya têkildarî normalîzekirina têkiliyan di navbera dewletên ereb û hikumeta Şamê de weşand.

Di belgeya ku bi navê “Na belge” hate eşkerekirin ku divê hêzên biyanî li Sûrî derkevin.

Di 6 rûpelên belgeyê de lêvegerek li ser 10 salên berê û siyaseta guhertina rejîmê li Sûriyê hatiye çêkirin û divê rejîma Sûrî hêdî hêdî xwe bigûherîne.

Têkildarî belgeya “NA BELGE” nivîskar û lêkolînvanê siyasî Hisên Omer ji ajansa hawarê re axivî.

Hisên Omer diyar kir ku ev belge ne belgeyeke Urdunî ye, destê gelek dewletan tê de heye.

Xwe li paş Urdunê veşartine da ku Urdunê di vê mijarê de ya herî ber çav Urdun be.

Omer destnîşan kir ku ruxmî di belgeyê de gelek nuqteyên mîna avakirina desthilateke demkî hene,lê ji ber ku Rêveberiya Xweser esas nagre, li gor daxwazên dewleta Tirk jî hatiye nivîsna din wê encam negre.

Riyad Derar: Ev belge ne rêya çareseriyê ye

Girêdayî hemn mijarê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk – MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku di vê belgeyê de, rêbazên ji nû ve danûstandina bi rejîma El-Esed re tên pêşniyarkirin

û wiha berdewam kir:

“Ev belge danûstandina berê bê encam dibîne. Ji navê wê diyar dibe ku ev belge ji guhertin û nîqaşê re vekirî ye.

Li gorî min tu derfetên pêkanîna vê belgeyê bi awayekî têrker tune ne. Tu destkeftiyeke rasteqîn bi dest nakeve ji ber ku xizmeta fedekariyên gelê Sûriyê ku êş û azarên şer kişandine, nake.”

Riyad Derar di dawî de ji bo aliyên ku vê belgeyê amadekirine re got:

“Peyama me kesên ku ev belge amadekirine re ew e ku ev “Na belge” ne rêya çareseriyê ye. Lê mirov dikare wê weke sîstemeke nû ne weke rêbazekê ji bo çareserkirina aloziyên mirovî, esas bigre.

Back to top button