Li Bakurê Kurdistanê û li dijî kurdan taybet, operasyonên qirkirinê bênavber hene. Vê sibehê, tîmên Taybet ên Dewleta Tirk li Şirnexê bi ser malan de girtin û 16 kes kirin binçavan.
Berî çend rojan polîsên Tirkiyeya Faşîst bi ser malên Mêrdîn, Nisêbîn û Sîlopî de girtin.
Îro jî dîsa li Silopî ya Şirnexê Tîmên Taybet ên Dewleta Tirk bi ser gelek malan de girt.
Di van serdegirtinan de 16 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatîn binçavkirin ji Rêveberiya Ewlehiyê ya Şirnexê re hatin şandin.
Ji ber govend û zimanê Kurdî li girtiyan ceza tê birîn
Li aliyê din, zexta li ser girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de zêde dibe.
Herî dawî girtiyê siyasî Mahmût Olgûn ku li girtîgeha Sîlîvrê de ye ji malbata xwe re ragihand, ji ber govend û nivîsandina pirtûkan a bi Kurdî ceza lê hatiye birîn.
Bi îdîaya ”endamtîya rêxistinê” hat binçavkirin
Hêzên Dewleta Tirk li navçeya Karakopru ya Rihayê, di serdegirtina malan de hunermedê Ereb yê ji Serêkanîyê Omer Suleyman bi sucdarîya endamtîya rêxistinê binçavkirin.