Şandeyek Tirkiye ji bo F-16’an li Waşîngtonê ye

Xeyalên wan F-35 bû, niha daxwazên wan bi F-16’an re sînordar maye.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Akar û şandeya pêre ji bo kirîna balafirên F-16 careke din li ber derê Waşîngtonê ne.
Lê ya diyar, ev daxwaza wan bi hêsanî pêk nayê.
Ji partiya Serokê DYA Biden, bi xwe jî bertek derket.
Serokê Têkliyên karên Derve Senator Bob Menendez got,
Ew firotina F-16’an bo Tirkiyê erê nake.

Dewleta Tirk ya ku bi Amerîkayê re di nava aloziyan de ye, niha ji bo kirîna balefirên F-16 careke din li ber derê Waşîngtonê ye.

Tirkiye ji bo kirîna 40 balefirên F-16 û 80 parçeyên nûjeyn yên ji bo balefirên berê serî li DYA daye.

Ji bo ku teklîfa îhaleya milyar dolarî bê qebûlkirin, erêkirina Wezareta Karên Derve ya DYA û piştre Kongreyê pêwîst e.

15’ê Mijdara 2021’an di parlamentoya Tirkiyê de li ser pêşniyarnameya bûdceya sala 2022’an gotûbêj hatin kirin û ew pêşniyara budceyê ji aliyê Komîsyona Budce û Plandanînê ya parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar di axaftina xwe ya komîsyonê de, ragihand ku şandeke wan ji bo gotûbêjên li ser mijara firokeyên şer ên F-16 li Amerîkayê ye.

Senator Menendez: Ez firotina F-16’an bo Tirkiyê erê nakim

Senatorên DYA jî li dijî firotina balafirên şer bo Tirkiyê ne.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê ji partiya Demokrat Bob Menendezê got,

Ew firotina F-16 ji bo Tirkiyeyê qebûl nakin.

Menendez ji Air Force re axivî û got,

“Bi rastî pirsgirêkek min heye, ev ne Tirkiyeya em dixwazin e.

Tirkiye ne hevalbendeke NATO’yê bi vî rengî ye ku em bikarin û amûrên şer ên herî pêşketî bidin wê.”

Tirkiyê beriya niha ji bo kirîna 100 balafirên şer ên F-35 careke din serî li şirketa Lockheed Martin dabû.

Lê Washington piştî ku Enqerê 2019’an Sîstema Parastina esmanî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, ev firotin hatibû rawstandin.

Ji ber nêzîkbûna Tirkiyê li gel Rûsya ev 5 sal in di navbera Enqere û Waşîngtonê de sarbûnek heye.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin, ji ber kirîna S-400’ên Rûsî û binpêkirina mafên mirovan, pêvajoya pejirandina Kongreyê ji bo firotina balefirên şer ji Enqerê re wê zehmet be.

Back to top button