Li Îranê..Di boriyên petrolê yên li Xuîstanê de teqînek çêbû

Di boriyên petrolê yên li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê Îranê de teqîn çêbû.
Piştî teqînê li herêmê erd hejiya.

Teqîn di boriyên petrolê yên li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê Îranê de çêbû.

Li gorî ajansa Tesnîm teqîn ji ber kevnbûna alavan pêk hatiye.

Ajansê ragihand ku boriyên petrolê yên li gundê Ramîs ê navçeya Ramîş a Xuzistanê kevn bûne û şêniyên herêmê diyar kiriye ku teqîn mezin bûye, ji ber teqînê li derdorê erd hejiyaye.

Her wiha der barê ziyanên madî û mirovî de heta niha agahî nehatine bidestxistin.

Back to top button