MAMOSTE JI BO BIDESTXISTINA MAFÊ XWE DAKETIN QADAN

Piştî banga Meclîsa Hemahengî ya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamostayên Îranê, li piraniya parêzgeh û bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên mamosteyan destpê kirin.

Çalakiyên mamosteyan yên ji bo bidest xistina mafê xwe ev cara 3. tên lidarxistin.

Her car çalakî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên asteng kirin.

Heta niha sê kes hatine binçavkirin.

Herwiha li hin navendan çalalger hatine dorpêç kirin.

Îro jî çalakî, li Tehran, Esfehan, Yezid, Mazen-deran, Xurasanî Rezaw, Xurasanî Başur, Tebrêz, El-buzir û Gîlan destpêkirin.

Çalakî li Urmiyeyê, Kirmaşan, Sine, Îlam û Hemedan ên Rojhilatê Kurdistanê jî hat lidarxisitn.

Yek ji daxwaza sereke ya mamostayan, zêdekirine mûçeyên wane ku li gorî jiyanê guncav be.

Ji bo piştgirîkirina karkeran duh jî mamosta beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibûn.

Di çalakiyên duh de gelek mamosta, karker û endamên sendîkaya karkeran hatibûn binçavkirn.

Heta niha jî hin kes nehatine berdan.

Leave a Reply

Back to top button