Polîsan li Guayaquil bêtirî 4,000 çek îmha kirin

Li girtîgehên Ekwadorê şerê navbera komên dijber de bi komkujiyê bi dawî dibe.
Herî dawî di şerê li girtîgeha Guayaquil de 68 kesan jiyan xwe ji dest dabûn.
Polîsên Ekwadorê doh bêtirî 4 hezar çekên ku çeteyan li kargeheke li nêzî girtîgehê bicih kirîbûn tine kirin.

Girtîgehên Ekwadorê bûne cihê hesabxwestina navbera komên çete.

Ji ber wêyekê di her şereke li girtîgehan derdikeve de, bi dehan kest têne kuştin.

Minaka vê ya herî dawî 13’ê Mijdarê li girtîgeha Guayaquil rûdabû.

Di encamê de 68 kes miribûn û nêzî 30 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî vê polîsan li herêmê dest bi lêgerîna çekan kirin.

Polîsan di lêgerîna xwe ya doh ali nêzî girtîgehê de 4 hezar çekên otomatîk dtin.

Çêkên hatin ditin, di kargeheke hesinan de hatin îmhakirin.

Berpirsiyarê Wezareta Kontrolkirina Çekan Edgar Moya di dema îmhakirina çekan de axivî û got:

“Bi her çekek ku em ji bazarê derxînin, dibe ku em jiyanek xilas bikin.”

Tenê îsal nêzî 300 girtiyan di girtîgeha Ekwadorê de, ji ber pevçûnên tund ên di navbera çeteyan de, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên fermî, li welêt ji sedî 59,6 cinayetên ku tên kirin de çek hatine bikaranîn.

Back to top button