Di êrişên li Kampalayê de 3 kes mirin û bêtirî 30 jî birîndar bûn

Paytexta Uganda bi teqînan hejiya.
Di teqînên li paytext Kampalayê de 3 kes mirin û bêtirî 30 kes jî birîndar bûn.
DAIŞ’ê jî êriş li xwe girt.

Sê çalakgerên bombeyî yên li ser motorsîkletan li nêzî parlamentê û navenda polîsan xwe teqandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Amaqê, êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin.

Êriş sê deqe li pey hev hatin kirin.

Rayedaran diyra kirin ku li herêmên din ên bajêr jî gelek bombe hatine dîtin.

Berdevkê polîsan Fred Enanga got,

“Gefên bombeyî, êrişkarên xwekuj hîn jî çalak in.

Em di wê baweriyê de ne ku ev hucreyên terorê yên xwecihî, bi taybetî tîmam bombeyî ya xwekuj a ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Hevalbend (ADF) ve hatiye avakirin hîn gelekî çalak in.”

Polîsan diyar kirin ku êrişkarê çaremîn hatiye girtin û êlekê teqemeniyan hatiye bidestxistin.

Li gorî agahiyan ji kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jê polîs in.

Her wiha pênc jê giran 33 jî birîndar bûn.

Piştî teqînê agir bi wesayitên li parka nêzî parlamentê ket.

Camên qereqola polîsan şikestin.

DAIŞ’ê li ser Telegramê daxuyanî da û piştre jî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Amaqê ve hate ragihandin ku êriş ji aliyê endamên wan ve hatiye kirin.

Rayedaran berpirsyariya êrişê xistibû stuyê Hêzên Demokratîk ên Hevalbend (ADF) ku sala 2019’an soza dilsoziyê dabû DAIŞ’ê.

ADF ku li Ugandayê ava bû lê niha li Komara Demokratîk a Kongoyê ye, bi navê DAIŞ’ê êrişan dike.

Hefteyên dawî gelek caran êrişên bombeyî hatin kirin.

Back to top button