Kanada…Ji ber baranê erd şemitî kesek mir û bi hezaran jî hatin veguhestin

Li Kanada barana ku ji roja Yekmeşê ve dibare, ziyaneke zêde li welat kiriye.
Di nava 24 saetan de bi qasî 4 santîmetreyan barana ku bariya bû sedema ku xanî di nava avê de bimênin.
Ji ber vê karesatê kesekî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes hatin veguhastin.

Li Kolombiyaya Brîtanya ya Kanadayê, ji ber barana zêde erd zemitî û lehî rabû.

Ji ber vê karesatê kesekî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes hatin veguhastin.

Piştî barana 3 rojan ya li welat, bandora wê derket holê.

Li bajarê Abbotsford zevî di bin avê de man û bi rêya erebeyên mezin welatî ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Rêveberên hikumetê ragihandin ku di nava 24 saetan de biqasî 4 santîmetre baran bariyaye.

Ev ji barana herî dijwar ya di nava demên dawî li herêmê ye.

Doh rêveberên hikumetê bang li welatiyan kir ku 1,100 xaniyên li herêma Sumas Prairie vale bikin.

Her wiha ji bo lawirên di nava avê de mane jî hate bang hate kirin ku êdî tiştek ji bo rizgarkirina wan were kirin nemaye.

Back to top button