Hafter: Ji bo min a girîng xizmeta gelê Lîbyayê ye

Doh fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hafter li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê serlîdana fermî ya namzetiya serok-komariyê kir.
Hafter piştî serlêdanê axivî û got, li pêşikya me pêvajoyeke giran heye.
Ji bo çareseriyê pêwîstî bi biryardarî û kedê heye.
Di vê navberê de namzetiya Hafter ji aliyê xelkê Bingazî ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Beriya hilbijartinên 24’ê Kanûnê, li Lîbhayê pêvajoya serlêdanên namzetiyê dewam dike.

Herî dawî Fermandarê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hafter li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê serlêdana xwe kir.

Hafter piştî radestkirina daxwaznameya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Namzetê serokatiyê pêşî bang li gelê Lîbyayê kir ku ji bo paşeroja xwe nûnerê rast hilbijêre û got:

Bi sedê salane gelê Lîbyayê ji ber zilma Tirk û Lîbyayê di pêvajoyê zor re derbas bû.

Niha jî ji gelek deveran komên terorîst hatine li welatê me bicih bûne.

Li pêşiya me pêvajoyeke dijwar heye. Ji bo vê lazime gel bizanibe bê wê kî hilbijêre.

Li Bîngazî gel destek da namzetiya Hafter

Di vê navberê de piştî serlêdana fermî ya namzetiya Xalîfe Hafter, alîgirên wî li bajarê Bîngazî daketin kolanan.

Girseya gel a namzetî pîroz kir ji niha ve Xelîfe Hafter weke serokê nû yê Lîbyayê binav kir.

Back to top button