Polonya: Krîza li ber sînorê belarûs dibe mehan dewam bike

Li ber serma û seqemê li benda derbasbûnê ne.
Ji 8’ê Mijdarê ve bi hezaran koçberên ku beşek wan yê mezin ji başûrê Kurdistanê ne, li ber sînorê Polonya-Belarûsê asê mane.
Hikumeta Warşowa ragihand ku koçberan şevê din carke din hewldane sînor derbas bikin û got,
Ev bendewariya koçberan dibe ku mehan dewam bike.

Doh Polonya bi gaza rondikrêj û ava şid bersiv da kesên ku dixwestin sînor derbas bikin.

Wezîrê Parastinê yê Polonya Mariusz Błaszczak di daxuyaniya xwe ya li ser krîzê de wiha got:

“Divê em xwe ji bo wê yekê amade bikin ku rewşa li ser sînorê Polonya-Belarûsya zû çareser nabe.

Divê em wekî ku bi mehan bidome xwe amade bikin.

Hêvîdar im ku sal derbas nebe.”

Wezîrê Parastinê da xuyakirin ku gel balê dikişîne ser rewşa Kuznica, lê bi şev jî hewl tê dayîn ku derbasî cihên din bibin.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya sînor yên Polonya doh 161 hewildanên derbasbûna neqanûnî pêk hatine.

Welatên rojavayî Belarusê tawanbar dikin ku penaberan di ser sînor re tîne da ku îstîqrara Yekîtiya Ewropî têk bibe.

Minsk van îdiayan red dike.

Back to top button