Hulûsî Akar: Ne li Tirkiyê û ne jî devereke din tiştek binavê Kurdistanê tine ye

Belê Serokê Hukûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îdîa kir ku ti pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re tine ye.
Di wexteke wiha de, wezîrê parastinê yê Tirk Hulûsî Akar jî bersiv da vê îdîaya Barzanî û got;
Ne li Tirkiyê û ne jî devereke din, tiştek navê wê Kurdistan tine ye.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari li Komîsyona Plan û Budçeyê bal kişand ser çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve tên bikaranîn.

Hatimogullari di vî warî de belge û daxuyaniyên rojnamevan, rewşenbîr û nivîskarên Ewrûpî û Iraqî bi bîr xistin.

Serokê Komîsyonê yê AKP’yî Cevdet Yilmaz li hemberî axaftina parlementera HDP’ê îdîa kir ku Tirkiye bi tu welatan re şer nake.

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî bi bîr xist ku divê serokê Komîsyonê bêalî be.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulûsî Akar dijminahiya xwe a li hemberî Kurd û Kurdistanê bi van gotinana anî ziman:

Ne li Tirkiyê û ne jî devereke din, erdnîgariyek binavê Kurdistanê tine ye.

Back to top button