Loyd Russell: Tevgera PKK’ê bi neheqî di ‘lîsteya terorê’ de tê hiştin

Piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ zêde dibe.
Parlamenterê Partiya Karkeran a Brîtanyayê û çalakvanê Awistralyayî ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ banga piştgiriyê kir û diyar kir ku PKK bi neheqî di ‘lîsteya terorê’ de tê girtin.

Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê 15’ê Mijdarê ragihandibû ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ 26`ê Mijdarê dest bi kampanyayekê dikin.

Piştî ragihandina vê kampanyayê, gelek peyamên piştgiriyê ji bo derxistina PKK’ê “ji lîsteya Terorê” hatin weşandin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Lloyd Russell û berdevkê Koma Partiyan a Sûriyê û Kurdistanê li Tirkiyê Lloyd Russell û rêveberê Komîteya Piştgiriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Awustralyayê (NESS) Fion Skiotis jî desteka xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

Peyam li ser hesabê Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê hatin parvekirin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Lloyd Russell di peyama xwe ya piştgiriyê de diyar kir ku beriya niha gelek caran di rapora xwe de îşaret pê kiriye ku PKK bi neheqî di ‘lîsteya terorê’ de tê hiştin û dibêje:

“Di rapora me de pênaseyeke berfireh a zayend, wekhevî, çewisandina çandî, çewisandina siyasî û terorîzma li dijî PKK’ê û hemû kesên alîgirên otonomiya Kurdan, hebû.

Me gelek caran got ev şaş e. Em zextê li hikûmetê dikin ku vê bike, em ji wan dixwazin ku li ber Tirkiyê rabin û mafên gelê Kurd bên parastin.

Ji ber vê yekê em ê piştgiriya xwe ya bi xwişk û birayên xwe yên Kurd ên li her dera cîhanê re berdewam bikin, her li ku derê edalet, xweserî û aştî lazim be, bi taybetî jî li Kurdistanê.”

Rêvebirê Komiteyê Fion Skiotis: Divê Awustralya qedexeya li ser PKK’ê rake

Rêveberê Komîteya Piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Awistralyayê (NESS) Fion Skiotis jî peyamek weşand û ji Awistralyayê xwest ku qedexeya PKK’ê rake.

Fion Skiotis anî ziman ku tevgera PKK ji sala 2016’an ve li Awistralyayê jî hatiye qedexekirin û wiha dewam bi dawî kir:

“Çawa ku berxwedêrên li Tîmora Rojhilat a dagirkirî yan jî rêxistinên berxwedanê yên Şerê Duyemîn ê Cîhanê yên li Ewropayê tê koşiyan, PKK jî bi mafdarî ji bo gelê xwe tê dikoşe.”

Back to top button