Meclisa Girê Spî ji bo azadiya rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê kir

​​​​​​​Li welat û derveyî welat çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin.
Meclisa Girê Spî bang li gelên herêmê û derdorên demokratîk û azadîxwaz kir ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.
Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi koma ji Stuttgartê dewam dike.

Çalakî û bertekên li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin.

Meclisa kantona Girê Spî îro bi armanca azadiya Rêber Apo daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên meclisa kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sîstemên desthilatdar û dîktator bi rêya tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin, hewl didin aştî û azadiya gelên bindest ku Rêber Ocalan ji bo wê têdikoşe, têk bikin.

Meclisê bang Ii civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo bi arka xwe rabe.

Her wiha bang li gelên herêmê û hêzên demokratîk jî hate kirin ku tekoşîna xwe bilind bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, pêk were.

Nobeda azadiyê ya li Strasboûrgê bi koma ji stuttgartê dewam dike

Li aliyê din Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa ‘Azadî ji Ocalan re’ di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 491’ê de ye.

Çalakgerên hefteya 491’ê jî koma ji bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê ye.

Mehmet Bilici bi navê komê axivî û bêdengiya dewletên Eweopî li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li gelê Kurd û rêber Apo tê kirin, şermezar kir.

Bilici diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gerîla û gelê sivîl çekên kîmyewî bi kar tîne û li ser vî mijarê saziyeke bi tenê ya navneteweyî jî lêkolîn nekiriye.

Mehmet Bilici ragihand ku gelê Kurd wê ti carî dest ji têkoşînê bernede û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir.

Back to top button