Şandeyeke Somalî serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke ji Somalî îro serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişlo kir.
Di hevdîtinê de li ser gelek mijran nîqaş hatin kirin.
Şandeya Somalî ji ber parastina jin û zarokên Somalî yên di kampan de spasiya Rêveberiyê kir.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku 17 Mijdarê, ango îro, şandeyeke Somalî li navenda xwe ya li Qamişlo pêşwazî kir..

Şande ji balyozê Somalê yê li Şamê Ferhan Serhan, serokê şandeya Komara Somalê û seroka buroya UNICEF’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nataşa Stogozuka pêk hat.

Di hevdîtinê de her du aliyan gelek doz û mijarên siyasî û aborî û bi taybet diyaloga bi hikumeta Şamê, xebatên siyasî yên li Sûriyê û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, nîqaş kirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên derve Ebdulkerîm Omer ji şandeyê re qale rewşa giştî ya bakurê Sûriyê û xebatên rêveberiyê û xizmetên di şerûmercên zehmet de anîn ziman..

Omer teqezî li ser cidiyeta Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê bi aliyên Sûrî re kir û got:

“Em hêvî dikin ku em bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê.”

Omer diyar kir ku gefên dewleta Tirk dibin sedema pêleke nû ya koçberiyê, her wiha derfetê dide DAIŞ`ê ku ji nû ve bi rêya şaneyên veşartî xwe nû bike..

Balyozê Somalê Ferhan Serhan jî mixabiniya xwe li ser rewşa mirovî ya xirab anî ziman û got:

“Em bawer in ku çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê dema ku welatên Ereban ên dost û hemû aliyên Sûriyê berpirsyariyên xwe pêk bînin, dê dest pê bike.

Em spasiya Rêveberiya Xweser jî dikin ku ewlehiya jin û zarokên Somalî yên li kampan girtin û lênêrîna pêwîst pêşkêşî wan kir.”

Back to top button