Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker daketin qadan û meşek li dar xistin.
Ciwanan di meşê de daxwaza azadiya rêber Apo kirin.
Îro Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocelan meşek li dar xist.
Meş ji çerxereya Hezîma ya bajar dest pê kir û li çerxereya EL-Swamih veguherî mêtingê.
Li vê derê, daxuyaniyek hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan li Kobanê û Qamişlo hate şermezarkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku ew ê berxwedan û tekoşîna xwe bilind bikin heta ku herêmên dagirkirî, rizgar bikin.
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina şehîdên azadiyê û şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.