Çeteyan ji welatiyê ku ji navçeya Mabata revandin hezar dolar xwestin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibe.
Çeteyan welatiyek ji navçeya Mabata revand û ji bo berdana wî 1000 dolar jê xwestin.
Li Gundê Birc Heyder yê Şêrawa jî jî çeteyan êrişî muxtarê gund kirin.

Sûc û hiovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dikin.

Çeteyan welatîyê bi navê Izet Mihemed yê ji navçeya Mabata ku beriya hefteyekê ji navenda bajarê Efrînê revandibûn, di berdêla berdana wî de 1000 dolarê Emerîkî xwestin.

Çeteyên dewleta Tirk bi daran êrişê muxtarê gundê Birc Heyder kir

Li gundê Birc Heyder yê bi ser navçeya Şêrawa ku piraniya xelkê wê hatine koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan hatine bicihkirin, çeteyan di bin koneke sersaxiyê de gotinên nijadperest û kirêt ji kurdan re kirin.

Muxtarê gund yê bi navê Hecî Elî Hisên yê 42 bersiva wan da.

Dema muxtarê gund ji bin konê sersaxiyê derdikeve, komek çete lê kom dibin û bi daran êrîş dibin ser.

Hat diyar kirin di encamê de muxtarê gund di gelek cihên xwe de birîndar buye.

Ji bo belavkirina fikirên tundrew, dewleta Tirk mizgeftan ava dike

Di çarçoveya qirkirin û guhertina demografiya Efrînê de jî, dewleta Tirk bi riya perwerde û avakirina mizgeftan hişmendiya ixwanî li Efrînê belav dike.

Di vê çarçoveyê de li gundê Ebla yê bi ser navçeya Bilbilê mizgefte ku li ser erdê welatiyên Efrînê yên ku bi darê zorê hatin e koçberkirin avakiribû, vekir.

Delwleta Tirk beriya vê jî li gundên Caro, Qurne û li navenda navçeyê mizgeft ava kir, her wiha plan dike li gundên navçeyê yên mayî jî mizgeftan ava bike.

Mizgeftên li Efrîna dagirkirî bûye navendên perwerdekirin û belavkirina fikrên tunderew, û bi piştgiriya komeleyên ixwanî têne avakirin.

Back to top button