Cigirê hevserokên kantona Hesekê Mehmûd Reşo li Heseke hat oxirkirin

Cigirê hevserokatiya kantona Hesekê û endamê rêveberiya mala Êzidiyan Mehmûd Reşo duh di encama kirîza dil de koça dawî kir Cenazeyê Mehmûd Reşo Îro li gundê Gumer hat oxirkirin.

Îro li gundê Gumer yê girêdayî bajarê Hesekê cenazê Mehmûd reşo bi beşdariya dehan welatiyan û mala êzidiyan hat oxirkirin..

Konê sersaxiya Mehmûd Reşo jî li gundê Gumer hatiye vedan.

Ji bo sersaxiyê, şandakeMeclisa Rêveber a herêma Cizîrê û partiyên siyasî serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbata Mehmûd Reşo re xwestin..

Mehmûd Reşo Yek ji damezrênerên mala Êzidiyane û ji 2015’an ve rêveberiya karê vegerandina keç û zarokên êzdiyên Şengalê kir…

Bi dehan jin û zarokên êzdiyan li mala xwe bi cih kirin heta ku ew radestî malbatên wan dihatin kirin.

Back to top button