“Ji bo alîkarî bi were bê kirin, PKK ji nava xwe derxin”

Serokê hukûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Foruma binavê “Ewlekarî û Aştiya Rojhilata Navîn” de careke din got, Ti dijminahiya dewleta Tirk bi Kurdan re tine ye û ew tenê şerê PKK’ê dike.Barzanî gefên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd jî erê kir û ev şert danî pêş Rojavayê Kurdistanê: Eger hun xwe dûrî PKK’ê bikin, wê demê wê alîkarî bi we re bê kirin.

Li bajarê Başûrê Kurdistanê Foruma binavê “Ewlekarî û Aştiya Rojhilata Navîn” pêk hat.

Di forumê de li şûna ku behsa astengiyên rasteqîn ên li pêşiya aramî û ewlekariya herêmê were kirin, hin derdora siyasetên êrişkar û bi taybet ên li dijî Kurdistanê rewa nîşan da.

Xwediyê vê helwestê jî rêveberên Başûrê bi xwe bûn.

Mîna serokê hukûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Li ser pirsa têkildarî gefên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ev nirxandin kir:

Divê gelê Rojava pêwendiyên xwe li gel PKK’ê qut bike. Eger pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe divê xwe dûrî PKK’ê bikin. Barzanî bi vî awayî weke rayedareke Kurd, daxwaza dewleta Tirk dûbare kir.

Serokê hukûmeta Başûr di axaftina xwe de bi ti awayî behsa hovîtiya ku Tirkiyê vê gavê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dike nekir û got:

Ti dijminahiya Tirkiyê li hemberî Kurdan tine ye. Ew tenê şerê PKK’ê dike.

Barzanî her wiha hemû êrişên li dijî Kurdan têne kirin jî weke, hesasiyeta dewleta Tirk binav kir.

Mesrûr Barzanî: Ti berpirsiyariya herêmê tine ye

Serokê hukûmeta Başûrê Kurdistanê, koçberkirina bi hezaran Kurdên Başûrê jî weke encama hin hesabên siyasî pênase kir.

Tevî ku kesên niha li sînorê asê mane dibêjin, ew ji ber gendelî û zextên hukûmetê warên xwe terk kirine jî, Barzanî berovajî wan axivî û got:

Ti pirsgirêk li herêma me tine ye. Ew kesên behsa wan tê kirin ne ji ber zextan çûne. Hin derdor wan li dijî me bikar tînin.

Back to top button