Sûdan .. Di xwepêşandanan de 2 kes hate kuştin û gelek kes jî birîndar bûn

Îro careke din gelê Sûdan nerazîbûna xwe a li dijî darbeya leşkerî diyar kir.
Li paytext Xertûmê ji ber destwerdana leşker û polîsan, herî kêm 2 kes mirin gelek kes birîndar bûn.

Ji 25’ê Cotmehê ve Sûdan bi darbeyeke leşkerî ket bin kontrala artêşê.

Gelê vî welatî jî 3 heftene li dijî darbeyê di nava çalakiyan de ye.

Îro careke din li paytext Xertûmê bi daxwaza avakirina rêveberiyeke sivîl bi sedan kes daketin qadan.

Komîteya Navendî ya Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di xwepêşandanên li bajarê Behrî yê Sûdanê de 2 kes bi guleyan hatin kuştin.

Li aliyekî din jî kombûna pîşesazên Sûdanê jî da zanîn ku welatiyek li Um Dirmanê mir û gelek jî birîndar bûn.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên Sûdanê ji bo pêşî rûxistibûna çalakiyan bigre xetê enternetê li Sudanê qutkirine.

Back to top button