YAGIZ: VÊ ÇALAKIYÊ RUHEKÎ NETEWEYÎ AVA KIR

Yek ji pêşengên çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan Nasir Yagize ku li Nûnertiya HDP’ê ev 164 rojin di grevê de ye.
Yagiz têkildarî çalakiya xwe û rojiya Mirinê axivî û got;
Çalakiya Rojiya Mirinê di heman demê de rexneyek li hemberî bêdengiya me û hikûmetê ye.
Di vê di van çalakiyan de rihê netewî were avakirin.

Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ev 164 rojin li avahiya HDP’ê ya Hewlêra başûrê kurdistanê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Nasir Yagiz li ser çalakiya xwe rewşa çalakgera bi giştî ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Yagiz diyar kir ku di nava 164 rojan de wî 19 kîlo kêm kiriye lê çalakiya wî bi moralek mezin dewam dike û wiha got;

Çalakiya heval Leyla Guven ji bo min bangek bû.

Vê çalakiyê ruhekî Yekîtiya Neteweyî ava kir.

Li Xaneqinê, li Hewler û Germiyan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

Serdanên ji bo min têne kirin bi xwe re hestiyariyek pir xurt jî derxist holê.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
YAGIZ: ZAROKÊN VÎ GELÎ LI DIJÎ BÊDENGIYÊ KETIN ROJIYA MIRINÊ

Yagiz têkildarî çalakiya rojiya mirinê jî ev tişt got;

Ev çalakiya Rojiya mirinê ya 15 girtiyan rexneyek herî mezin e.

Me li Amedê dît.

Deh dayik gihiştin hev, hezar heb polis çûn ser wan.

Me dikaribû ruhê di hilbijartin û Newrozê de ava kir ji bo çalakiyên greve jî ava kiribûya.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
YAGIZ: DIVÊ EM DAYIKAN LI KOLANAN BI TENÊ NEHÊLIN

Herî dawî Çalekger Nasir Yagiz ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û berxwedana dayîkan ev bang kir;

Banga min ev e ku îro çalakiyên me yên li Kolanan ne tenê bi dayikan bimîne.

Îro hevalên me yên ketine rojiya mirinê ne diroja yekemin de dest pê kirine.

Dem ne dema ku îro em tenê li ser telefonan û hesabên medya civakî tene bi nivîsandina çend gotinan, em xwedî derkevin.

Divê em li kolanan mil bidin dayikan û li kolanan li çakayikên dayikan xwedî derkevin.

Banga min li tevahiya dewletên Ewropi hene.

Divê deriye Zindana Îmraliyê vekin.

Divê îro rê li pêş şehadeta hevalên me bigirin û gavên çareseriyê bavêjin.

Her wiha li Keler a Germiyanê jî çalakger Herêm Mehmûd 69 rojin di greva birçîbûnê de ye.

Li wargeha Mexmurê jî endama meclisa Îştarê Fadîle Tok 104 rojin li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
PERYAN EHMED: LEYLA GUVEN DAXWAZA YEKÎTIYA GELÊ KURD KIR

Li aliyekî din 26’ê Nîsanê şandek jinên Başûrê Kurdistanê serdana Leyla Guven kirin.

Yek ji endama şandeyê Peryan Ehmed da zanîn ku wana ji Leyla Guven hêz girtiye.

Peryan diyarkir ku Leyla Guven daxwaza yekitiyê ji hemû gelê Kurd bi taybet jî ji Başûrê Kurdistanê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button