Rayedarên Tirk ji Mesrûr Barzanî re gotine….

Nivîskar Ferda Çetîn, helwesta Serokê Hukûmeta Başûrê Mesrûr Barzanî ya li hemberî PKK’ê û axaftina wî ya di Foruma “Ewlekarî û Aştiya Rojhilata Navîn” de kiriye mijara gotara xwe..

Nivîsa Ferda Çetîn bi vî sernavî ye:

Rayedarên Tirk ji Mesrûr Barzanî re gotine…

ev gotar e. bila li ser ekranê biherike. wêneya ferda çetîn jî bikar bînin

Ji ber rewşa koçberên Kurd ên li sînorê Polonya û Belarûsê, rêveberiya Hewlêrê bi qasî misqalekê jî liberxwe nakeve.

Pir rehet û bê xem in.

Mîna ê Başûrê Kurdistanê birêve dibin ne ew in.

Wek hevkarê xwe Erdogan, di her aloziyê de li “sedemên derve” digerin.

Ji xwe ji bo wan jî ev sedem gelek caran PKK’ê ye.

Serokê hukûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje:

Ji ber şerê PKK’ê û dewleta Tirk, mirov koçber dibin. Beşek ji wan jî ji aliyê qeçaxçiyan ve têne xapandin.

Berdevkê hukûmetê Cotyar Adil jî vê derewê wiha temam dike:

Beşeke mezin ê welatiyan ji ber şerê PKK’ê û Tirkiyê diçin. Beşê din jî ji Silêmanî û Helebce ji ber bê kariyê koçber dibin.

Hun dibînin ne wisa, bê di mijara berovajîkirina rastiyan de çendî hosta ne.

Yê nizane, wê bêje qey li deverên di bin kontrola PDK’ê de jiyan rehet e û ti pirsgirêk tine ne.

Lê rastî ne wisa ye.

Malpera Dijîtal a binavê GAV ku girêdayî Neçîrvan Barzanî ye li ser rewşa koçberan hevpeyvîna li gel muxtarê gundê Nizûrê yê Batûfayê belav kir.

Muxtar Tariq Îsmet di wê hevpeyvînê de wiha dibêje:

80’ê ciwanên me koçberî Ewrûpayê bûne.

Petrola me heye, dehatiyên gumrukê hene. Ev pere bi ku ve diçin?

Li vir ti hêvî bi ciwanan re nemaye. Dewleta Tirk qerqolan li vir ava dike. Axa ma bombardiman dike. Lewma mirovên me nikarin azad bijîn.

Beriya demeke hîndekarê Zanîngeha Firatê Hifzullah Kutum li ser hesabê xwe ê twitterê peyamek li ber posterê Mele Mustafa Barzanî wiha parve kiribû:

Şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan.

Ji ber vê yekê 6’ê Mijdarê bi îdîaya “propagandeya rêxistinê” hat girtin.

“Şoreşa Îlonê” ya Hifzullah Kutum behsa wê dike, 11 Îlona 1961’an bi pêşengiya Mele Mustafa Barzanî pêk hatibû.

Dema em li naverok û awayî vê peyamê dinerin, dibînin ku bi ti awayî elaqeya wê bi PKK’ê re tine ye.

Aliyên Tirk ê fermana girtina Kutum dane jî baş dizanin ku wî bi armanca destekdayîna PDK’ê û malbata Barzanî ew peyam parve kiribû.

Niha em van agahiyan denynin aliyekî…

Serokê hukûmeta Başûrê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî 15’ê Mijdarê li Duhokê beşdarî Foruma “Ewlekarî û Aştiya Rojhilata Navîn” bû.

Barzanî di forumê de hewl da şîretan li gelê Rojava bike û got:

Me hevdîtin li gel rayedarên Tirk pêk anîn. Ti pirsgirêka wan bi Kurdan re tine ye. Tenê pirsgirêka wan PKK’ê ye.

Eger rêveberiya Rojava pêwendiyên xwe li gel PKK’ê qut bike, wê hesasiyetên Tirkiyê jî kêm bibin. Wê alîkarî ji bo gelê Rojava were kirin.

Başe,

Ma Hifzullah Kutum ji ber pêwendiya li gel PKK,

Yan jî ji ber pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hate girtin?

Mesrur Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa Kurd û Kurdistanê jî kir.

Tam di wexteke wiha de, Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulûsî Akar tiştek wiha got;

Ne li Tirkiyê û ne jî devereke din, ti erdnîgariya binavê Kurdistanê tine ye.

Li ser vê pirsa parlementerê HDP’ê Garo Paylan:

Çima? Ma Kurdistana Iraqê tine ye?

Hulûsî Akara got, na na, tine ye.

Başe li vir, rayedarên Tirk ên li gel Mesrûr Barzanî hevdîtinan dikin derewan dikin, an jî Barzanî bi xwe derewan dibêje?

Back to top button