Hunermendê Sûrî Omer Silêman hat girtin

Nîşaneya serkeftinê, Gotina stranên Kurdî, Daxwaza azadiyê, Bilêvkirina peyva Kurdistanê û gelek tiştên din. Ev tişt hemû li gorî rêjîma Tirk sedemên girtinê ne. Girtina hunermendê Sûrî Omer Silêman mînaka dawî ya vî siyaseta faşîzan e.

Omer Silêman ji aliyê Tirkiyê ve hat girtin.

Doh gelek ajans, malper û rojnameyên cîhanî û herêmî girtina hunermendên Sûrî yê navdar ragihandin.

Omer Silêman ê li Almanyayê dimîne doh li bajarê Rihayê bu hedefa serdegirtina polîsên Tirk.

Polîs bi îdîaya ku endamê PKK û YPG’ê ye hunermendê Sûrî yê navdar li bajarê Rihayê girtin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin;

Sedema girtina Omer Silêman ew e ku beriya çend salan li Almanyayê pesnê damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Abdullah Ocalan daye.

Omer Silêman hunermendeke navdar ji bajarê Serêkanikyê ye.

Û bi stranên xwe ên Kurdî û Erebî deng vedaye û beşdarî merasîma xelatên Nobelê bûye.

Back to top button