Ji ber êrişên artêşa Sûdanê jimara kesên hatine kuştin gihişt 15’an

Li Sûdanê bîlançoya çalakgerên di xwepêşandanên li dijî artêşa darbekar de girand dibe.
Di xwepêşandanên doh de 15 kes hatin kuştin û xetên peywendiyê jî hatine qutkirin.

Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Doktorên Alîgirê Demokrasiyê, di çalakiyên doh de, 11 jê li taxên bakurê paytext Hartûmê, herî kêm 15 kes bi çekê hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Piraniya kesên hatin kuştin û yên hatin birîndarkirin, fîşek li serî, stu an jî sînga wan ketine.

Yekîtiya Odeyên Pîşesazî yên Sûdanê got,

“Komkujiya rojê dirûşmên me piştrast dike: (bi artêşê re) danûstandin nîne, hevkarî nîne, lihevkirin nîne.”

Beriya çalakiyên şermezarkirinê yên roja Çarşemê rejîma leşkerî destpêkê înternet birî.

Muxalefetê xwe bi rêya SMS an jî nivîsên li ser dîwaran bi rêxistin kir.

Beriya niha jî 30’ê Cotmehê û 13’ê Mijdarê bi deh hezaran kes daketibûn qadan.

25’ê Cotmehê li Sûdanê bi binçavkirina Serokwezîr Ebdulah Hemduk re artêşê darbe pêk anîbû.

Back to top button