Xedîce Ibrahîm: Tecrîda li ser Rêber Apo sûcekî navneteweyî ye

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Ocalan Xedîce Îbrahîm da zanîn wan di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” têkilî bi gelek parêzerên cîhanê re danîne û niha hewl didin desteyeke hiqûqî ya cîhanî ava bikin.
Li aliyekî din jî Hiqûqnasê Ereb Hesen Mistefa axivî û diyar kir ku rêbazên ku li dijî rêber Ocalan têne meşandin, ne li gorî rêgezên mirovahiyê ne û tecrîda li ser rêber Apo sûcekî mezin e.

Bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan hatiye meşandin û hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan jî di vî alî de bêdeng in.

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Ocalan û Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm têkildarî vê tecrîdê ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî.

Xedîce diyar kir ku ji bo ku fişar li civaka navneteweyî û saziyên hiqûqî were kirin û tecrîd bi dawî bibe, pêngava “Dem dema azadiyê ye” gelek girîng e û wiha got:

” Tevî ku pêngav di sala borî de li ser asta cîhanê deng veda, mixabin gelek saziyên mafên mirovan û CPT, ev pêngav paşguh kir. ”

Xedîce Îbrahîm bal kişand ser rola pêşeng a parêzerên jin di pêngavê de û wiha domand :

” Divê her jineke hiqûqnas hewl bide siyaset û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Ocalan eşkere bike.”

Xedîce Ibrahîm: Em hewl didin ji bo Rêber Apo desteyeke hiqûqî a navnetewî ava bikin

Der barê çalakiyên desteyê , Xedîce Îbrahîm destnîşan kir di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” wan têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê re danîne.

Her wiha eşkere kir ew hewl didin desteyeke hiqûqî ya cîhanî ava bikin.

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xedîce Îbrahîm dawiyê tekez kir divê saziyên hiqûqî bi lez serdana Îmraliyê bikin da ku tecrîd bi dawî bibe.

Hesen Mistefa: Tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Ocalan sûcekî mezin e

Her wiha Hiqûqnasê Ereb û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û got:

“Ev tecrîda li ser rêber Apo bê guman sûceke, rewşa Rêber Apo ya di girtîgehê de ne li gorî qanûnên navneteweyî ye.”

Hesen Mistefa di dewama axaftina xwe de dibêje:

“Divê Rêber Ocalan hemû mafên xwe bi dest bixe. Hemû girtiyên siyasî xwedî maf in, mîna xwendina pirtûkan, şopandina rewşa li derve û pêkanîna sporê.”

Lê dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ev yek li dijî mirovahiyê.”

Her wiha Hesen Mistefa destnîşan kir ku ev rêbazên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan li ser jiyana wî gefeke rasteqîn e û got:

Hesen Mistefa: Divê rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin tevgerê

“Mayîna Rêber Ocalan di girtîgehê de jiyana wî dixe nava metirsiyê.”

Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin nava tevgerê.

Back to top button