Soran Aram: Ji meha Îlonê ve 6 hezar ciwan ji Başûr çûne

Li başûrê Kurdistan ciwan neman,

Rayedarên Başûrê Kurdistanê dewsa çareseriyê, bêdeng e.

Berpirsê Rêxistina Demokrasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK’ê Soran Aram diyar kir ji meha îlonê ve 6 hezar ciwan li başûr çûne derveyî welat.

Ciwanên Başûr jî dazanîn ku ew pêşeroja xwe di desthilat Başûr de nabînin û danxuyakirin ku hêviyê wan şikestine.

Li Başûrê Kurdistanê koça ciwanan û welatiyan a berbi welatên Ewropa ve berdewam e.

Rayedarên Başûrê Kurdistanê dewsa rêyên çareseriyê peyda bikin û ciwanan weke terorîst binav dikin û taybet jî ji bo koçberên li ser sînorê Belarûs û Polonya ti gav neavîtine.

Berpirsê Rêxistina Demokrasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK’ê Soran Aram Seyid Xefur diyar kir ku ji ber polîtîkayên rayedarên Başûr tenê li herêma Soran di nav çend mehan de 6 hezar kes koçî derveyî welat kirine.

Soran Aram dazanîn ku gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê êdî di rêveberiya heyî de pêşeroja xwe nabînin û hêviyê wan şikestine.

Mamostayek Zanîngehê jî diyar kir ku divê ciwan li welat bimînin û ji bo guhertinê xebatê bikin.

Aram Seyid Xefur eşkere kir ku ji ber nebûna azadî, rewşa siyasî, gendelî, bêedaletiya parvekirina dewlemendiya başûr niha bi sedan ciwan mal û milkên xwe firotine xwe amadekirine ku demsala baharê de derkevin.

Mirxan Omer: Sedema koçberî Aborî û siyasî ye

Parêzer Mîrxan Omer ku ciwanek ji herêma Sorane, bal kişande ser sedema koça ciwanan û got:

“Bi pileya yekem sedema koça ciwanan rewşa xerab a aborî ye. Ya duyem jî ji ber rewşa siyasî ciwan nema dixwazin li vir jiyan bikin.”

Mamostê Zanîngehê: Ti projeyê desthilata Başûr ji bo ciwanan nîne

Xwendekarê Zanîngehê Sîdad Elî yê herêma Soran jî wiha axivî:

“Piraniya ciwanan ji bo peydakirina derfetên kar xwedî bîr in, lê desthilat kar nade wan û alîgirên xwe bi cih dike, ji aliyeke din plana desthilatê ji bo pêşeroja ciwanan nîne.

Mamostayê Zanîngeha Soran Cemal Celal jî balkişand li ser bêplaniya hikûmetê ya ji bo tayinkirinê û got:

Ciwan zanîngehê diqedînin lê nayên erk darkirin. Desthilat dewsa ku ciwanên ku pêşeroja welat kar bide wan, wan ji însafa şîrketan re dihêle.

Divê planeke desthilatê ya ji bo ciwanan hebe.

Back to top button