Xoşnav Mûnîr: Em li dijî birakujiyê ne

Me duh bangên hin malbatên çekdarên Roj bi we re bi par ve kirin. Îro jî hin melbatên din heman bangê dikin.
Ji zarokên xwe yên di nava vê komê de cih digirin re, dibêjin: “Nebin amûr di destê Tirkan de. Nebin kujerên birayên xwe û li axa xwe vegerin.”           

Li dijî kirin û sûcên çekdarên Roj ên dawî, malbatên wan bi xwe helwestê nîşan didin û li dijî wan derdikevin.

Malbatên wan bi awayekî eşkere dibêjin wan nû ferq kir ku çekdarên Roj girêdayî dewleta Tirk in.

Xoşnav Mûnîr ji Qamişlo ye û du birayên wî Cengîz û Ehmed, ji sala 2016`an ve di vê komê de ne.

Xoşnav bang li van herdu birayên xwe dike kir ku şerê birakujiyê nekin.

Zahir Şêxmûs: Nebin amûr di destê Tirkiyê de û vegerin

Zahir Şêxmûs jî ku sê birayên wî di nav çekdarên roj de ne bang li birayê xwe kir ku vegerin axa xwe û nebin amûrên dewleta Tirk.

Wesfedîn Mihemed: Ger tu li dijî birayê xwe şer bikî êdî tu ne Kurê min e

Wesfedîn Mistefa Mihemd jî ku kurê wî di vê komê de ye mîna van kesan banga vegerê li kurê xwe kir.

Ebdilqehar Ehmed: Divê PDK cinazeyên şehîdên xelîfanê radestî malbatên wan bike

Kurê Ebdilqehar Ehmed jî niha di vê komê de cih digire,.

Ew dibêje em li dijî şerê birakujiyê ne.

Back to top button