Ji ber êrişan dibe nifşek bi temamî ji xwendinê bêpar bimîne

Ji ber êrişên wê yên rojane, zarok êdî ji xwedinê dûrdikevin û nifşek tev bandor dibe.
Ji ber di van êrişan de dibistan û navendên perwerdeyê jî tên armancgirtin. Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Zirganê li ser bandora van êrişan li ser xwendinê, hişyarî dide ku nifşek bi temamî ji mafê perwerdeyê bê par bimîne. 

Silêman Salih dibêje “Beriya ku çete Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin û nêzî navçeyê bibin, xebatên perwerdeyê baş derbas dibûn, lê niha ev êriş ji bo xwendekaran metirsiyê çêdikin û bi awayekî neyînî bandorê li wan dikin.”

Her wiha hişyarî da heger êriş wiha dewam bikin jî, wê nifşek bê perwerde bimîne.

Back to top button