DYA: Îran gef li aramî û ewlehiya herêmê dixwe

Îran xurtkirina moşekên balistîk, nukleerî û dronan didomîne.
Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û DYA’ ji van tevgeran nerazî ne.
Aliyan hewildanên Tahranê weke gefên eşkere yên li ser herêmê binav kirin.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku di çarçoveya koma xebatên taybet ên têkildarî kar û barên Îranê de, rayedarên payebilind ên wan û endamên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê civînek li dar xistiye.

Bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku aliyên civînê li hev kir ku desteka Îranê ya ji bo komên çekdar li seranserê herêmê û bernameya wê ya moşekên balîstîk, nukleerî û dronan li ser ewlehî û îstiqrara herêmê gefên eşkere ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku Îran û wekîlên wê moşekên balîstîk û balafirên bêmirov li dijî sivîl, binesaziya Erebistana Siûdî û navîgasyona navneteweyî ya Deryaya Umanê, bi kar anîne.

Di civînê de her du aliyan li ser hevkariya hevbeş ji bo parastina ewlehiyê li herêmê li hev kir.

Back to top button