Nûnera NY bo Efxanistan: DAIŞ li piraniya Efxanistanê belav bûye

Bi vekişîna hêzên DYA û NATO ya ji Efxanistanê re, li welat metirsiya bihêzbûna DAIŞ’ê zêde bû.
Nûnera Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa Efxanistanê de, diyar kir ku DAIŞ li 34 parêzgehên welat belav bûye.

Li gorî ajansa Reuters, nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Efxanistanê Deborah Lyons got,

Bersiva Talîbanê ya berbelavbûna DAIŞ-Xorasanê bi giranî xwe dispêre girtin û kuştina bêdaraz a çeteyên DAIŞ’ê yên gumanbar.

Deborah Lyons got:

“Divê civata navneteweyî zêdetir girîngiyê bide vê yekê.”

Lyons çend saetan piştî ku DAIŞ’ê berpirsyariya 2 teqînan li taxeke Kabulê girt ser xwe ku di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn, ev daxuyanî da.

Nûnera NY bo Efxanistanê diyar kir ku Talîban nikare rê li ber berbelavbûna DAIŞ’ê bigire û ev tişt anî ziman:

Berê hebûna DAIŞ’ê tenê li çend bajar û paytextê bû.

Lê niha xuya dibe ku ew li tevahî parêzgehan heye û çalak e.

Hejmara êrişên DAIŞ`ê îsal ji 60`î derket 334`an.

Back to top button