SEROKÊ KKP’Ê ÇÎFTYUREK: DIVÊ EV BARÊ GIHIŞTIYÊ BER MIRINÊ LI SER GIRTIYAN RAKIN

Destek û piştevaniya bi van çalakiyan re jî her roj xurtir dibe. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînana Çîftyurek derbarê rojiya mirinê ya girtiyan de got: Ger em lêdanê bixwin bila em bi hevre bixwin. Divê em barê ku gihiştiye ber mirinê, li ser girtiyan rakin.”

Sînan Çîftyurek, derbarê çalakiyên grevên birçûnê yên nêzî 6 mehane dewam dikin û rojiya mirinê de axivî û got:

“Bi hezaran mirov di greva birçîbûnê dene û ber sînorê mirinê ne.

Êdî tu wateya gotinê nemaye. Em hemû difetisin.

Ji ber bêdengiya heyî, grevên birçîbûnê veguherîn rojiya mirinê.

Ger daxwaz neyên pêşwazî kirin, wê mirin pêk werin.

Dewleta Tirkiyê li hemberî daxwazên hiqûqî bêwijdaniya xwe dewam dike û guh nade daxwazên çalakgeran.

Lê divê em li dijî vê tiştekê bikin.

Divê em vî barî û rojiya mirinê ya li ser girtiyan rakin.”

Leave a Reply

Back to top button