Amerîka Rûsya û Çîn xist lîsteya reş a azadiya olî

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Rûsya û Çîn bi binpêkirina olî tewambar dike.
Bi van îdiayan Amerîka, Çîn û Rûsya xiste lîsteya reş a ‘welatên ku azadiya olî binpê dikin’.

Wezîrê Karên Derve Antony Blinken diyar kir ku ji ber “binpêkirinên sîstematîk, dewam û pir giran ên azadiya olî didomînin an jî qebûl dikin” bi tevahî 10 welat di lîsteyê de cih digirin.

Nîjerya ku par di lîsteyê de bû îsal hat derxistin.

Myanmar, Erître, Îran, Koreya Bakur, Pakistan, Erebîstana Siûdî, Tacîkistan û Tirkmenîstan jî di lîsteyê de cih digirin.

Navê Çîn û Rûsya jî li lîsteyê hate zêdekirin.

Hat diyarkirin ku Cezayîr, Komor, Kuba û Nîkaragûa jî ketine lîsteya şopandinê de ne.

Blinken, diyar kir ku li gelek welatan ji ber baweriya wan, mafên mirovan tên binpêkirin û got,

“Amerîka wê dev ji parastina azadiya ol û baweriyê li her welatî bernede.”

Back to top button