Serokê Meclisa Lîbya Salih namzetiya xwe ya ji bo seroktiya welat eşkere kir

Ji bo daxwaza serokatiya Lîbyayê, namzetên nû jî li ser dîkê ne.
Piştî Hafter û Seyfulîslam, niha jî Serokê Meclisa Lîbya Aqîla Salih jî namzetiya xwe eşkere kir.
Ya tê dîtin, ji bo hilbijartina 24’ê Kanûnê herî kêm wê 5 namzet ji bo serokatiya welat di pêşbaziyê de bin.

Li Lîbya asoya çareseriyê bi hilbijartina 24’ê Kanûnê re zelal bûye.

Serokê Meclisa Lîbya Aqîla Salih ji bo televizyona El-Hedath a Erebistana Siûdî daxuyaniyên taybet da û diyar kir ku ew di hilbijartina meha bê de namzet e.

Salih got,

“Yekane çavkaniya rewa ya desthilatdariyê, dengê gel e.

Ji bo pêşîgirtina li destwerdana derve di hilbijartinan de, pêşîgirtina li parçebûna welat, yekgirtina saziyan û lihevkirina niştimanî, yek rê nemaye.”

Daxuyaniya namzediya Salih piştî ragihandina namzediya fermandarê hêzên rojhilat Xelîfe Hefter hat.

Kurê serokê Lîbya Muamer Qezafî, Seyfulislam jî roja Yekşemê namzediya xwe ragihand.

Serokwezîrê hikumeta demkî ya Lîbya Abdulhamîd Dibeybe jî ragihand ku ew ê di hilbijartinê de bibe namzet.

Dibeybe di axaftina xwe ya 15’ê Mijdarê de wiha got,

“Eger vîna gel di vî warî de be ez ê jî bibim namzet.”

Hat diyarkirin ku siyasetmedarê Lîbyayî û Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Fethî Başaga jî ji bo hilbijartina serokomariyê wê serlêdana fermî bike.

“Serlêdana namzetiyê nayê wateya pejirandinê”

Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê diyar kir ku namzetên ku ji bo hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê hatine pêşkêşkirin nayê wateya namzetî hatiye pejirandin.

Hat destnîşankirin ku piştî lêkolîna belgeyên serîlêdanê wê lîsteyek pêşwext bi navên namzedên ku hemû hewcedarî û belgeyên wan bi tevahî hene bê weşandin.

Hat ragihandin ku pêvajoya îtirazê ya ji bo navên di lîsteya destpêkê de 12 rojan vekirî ye.

Piştre navên namzedên ku di qonaxa doz û îtîrazê de derbas bûne wê di lîsteya dawîn de bên qeydkirin û cihê xwe di pusulayê de bigirin.

Back to top button