Şevên din 100 kes ji aliyê polîsênm Polonî ve hatin girtin

Di ser şertên giran, sir û seqmê ya bi hezaran koçberan, zext û destwerdanên polîsan zêde dibe..
Şevê din polîsên Polonyayê bêtirî 100 koçber girtin.
Warso ji rewşa rû dayî, rêveberiya Belarûsê weke berpirsiyar nîşan da..
Li aliyê din piştî pêwendiya telefonî ya di navber Merkel û Lukaşenko, Polonya nerazîbûn nîşan da.

Di nava bêhêvî û şertên giran de, bendewariya bi hezaran koçberên li sînorê Polonya û Belarûsê asê mane, dewam dike.

Di bin navê ku pêleke dij qanûnî ye, Yekîtiya Ewrûpa deriyên xwe li pêş wan venake.

Koçber jî dibêjin li şûna ku careke vegerin û di bin kontrola pergalên serdest de bijîn, ew bi mirinê razî ne.

Bi taybet jî koçberên ji Başûrê Kurdistanê.

Şevê din hejmareke ji koçberan careke din hewl dan sînor derbas bikin û bikevin nava xaka Polonyayê.

Wezareta Parastinê ya Polonya ragihand ku hêzên ewlekarî li pêşiya wan bên asteng û 100 kes kirin bin çavan.

Wezaret ji rewşê hukûmeta Belarûsê berpirsiyar nîşan da.

Lukaşenko: Ji bo çareseriyê em dikarin danûstandinê li gel Ewrûpayê bikin

Di vê navberê de serokwezîra Almanyayê Angel Merkel li ser rewşa koçberan vê heftê ji bo cara 2’an li gel serokê Belarsûê Lukaşenko axivî.

Ofîsa serokatiya Belarûsê têkildarî naveroka pêwendiya telefonê ev agahî parve kirin:

Lukaşenko qebûl kir ku ji bo çareserkirina aloziya koçberan yekser danûstandina li gel Yekîtiya Ewrûpayê bike.

Berdevkê hukûmeta Almanyayê Steffen Seibert (Ştefin Zaybert) jî li ser zimanê Merkel wiha got:

Ji bo koçber vegerin welatên xwe divê saziyên pêwendîdar û Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabin .

Her çendî rêveberiya Mînskê ne rewa be jî lê divê hevdîtin li gel pêk werin.

Nûnerê hukûmeta Alman ragihand ku weke endamên din ên Yekîtiya Ewrûpayê, Almanya jî rêveberiya Aleksandr Lukaşenko nasnake.

Tevî vê yekê jî rêveberiya Polonyayê ji ber pêwendiyê nerazîbûn nîşan da û got, ew yek tê wateya rewakirina rêjîma Lukaşenko.

Almanya: Ti plana me a qebûlkirina koçberan tine ye

Li aliyê din wezareta karê hundir a Almanyayê jî eşkere kir ku ti plana wan a qebûlkirina koçberên li sînorê Belarsû û Polonyayê tine ye.

Di vê navberê de ji ber zêdebûna nerazîbûnan, Belarûsê ragihand ku wan ji bo hezar koçberî baregeheke starê ava kiriye.B

Back to top button