KON-MED’ê bang tevlêbûna çalakiyên 27’ê Mijdarê yên li Berlînê kir

Li dijî qedexeya li ser PKK’ê, Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) bang li hemû Kurdan kir ku di 27’ê Mijdarê de li Berlînê kom bibin.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

”Berîya niha bi qasî 28 salan di 26’ê Mijdarê de dewleta Almanya xebatên PKK’ê qedexe kir û di sala 2002’an jî Yekitîya Ewropayê PKK xiste lîsteya terorê.

Dewleta Tirk a qirker jî vê yekê kir firsend û planên qirkirinê li dijî gelê Kurd bê navber dide domandin.

Ev rewş nayê qebulkirin, PKK halê rêxistinî yê gel Kurd e.”

KON-MED’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku di 28. sala qedexeya li ser PKK’ê de, di 27’ê Mijdarê de li Berlînê kom bibin.’

Back to top button