Austin: Armanca Putin tam çiye em nizanin

Di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ji 2014’an ve aloziya heyî zêde bûye.
Ev alozî bi tevgera leşkerên Moskow ya li sînorê Kîevê careke din di rojevê de ye.
Niha metirsiya hebûna hêzên Rûsya ne tenê Ûkrayna lê DYA û welatên YE jî xistiye nava fikaran.
Wezîrê Parastinê yê DYA Austin got,
Ew nizanin armanca Putin çi ye.
Wezîrê Karên Derve yê Ûkrayna Kuleba jî got,
Armanca Moskow ne-aramî ye.

Tevgera Rûsyay ku demên dawî li sînorê Ûkrayna pêk tîne, tevî Kîevê Waşîngton jî xistiye nava fikaran.

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin ev fikar di civîneke çapemeniya rojane de anî ser ziman.

Lloyd Austin got:

Li vir du mijarên ku we xêz kirin hene.

Yek avakirina leşkerî ya li ser sînorê Ûkraynayê û ya din jî hewldana Rûsyayê ye. ji bo lêdana satelayta xwe.

Ev her du çalakî tevkariyê li hawîrdora ewlekarî ya heyî nakin û ’em pir bi fikar in’.

Wezîrê Parastinê yê DYA anî ziman ku ji ber rewşa heyî ew bang li Rûsyayê dikin ku bi berpirsiyarî tevbigere û di derbarê avakirina li ser sînorê Ûkraynayê de zelaltir be.

Lloyd Austin bal kişand ku ew bi awayekî rêkûpêk bi Fermandarê Hêzên Ewropî yên Amerîkayê (EUCOM) General Todd Wolters re têkildarî rewşa li sînor axiviye.

Her wiha got, “Bi rastî, em nizanin niyeta Pûtîn çi ye.”

Wezîrê Parastinê yê DYA tevî rewşa heyî careke din piştevaniya xwe ya bi Kîevê re dubere kir û ev tişt anî ziman:

Ger Rûsya satelayta xwe bixista, dê herikînek girîng li fezayê bihêle, ev yek ji bo satelaytên li fezayê metirsiyek mezin çêdike û ew li dijî çekdanîna li fezayê ne.

Ûkrayna: Tevgera Rûsya ne ji bo aştiyê ye

Li aliyekî din, Wezîrê Derve yê Ûkrayna Dmytro Kuleba îro diyar kir ku bala Rûsya ne ser danûstandinên aştîyê yên Normandîya ne.

Kuleba da zanîn ku Rûsya nivîsên dîplomatîk yên veşartî diweşîne û zararê dide danûstandinên bo rawestandina şerê li rojhilata Ûkrayna.

Rûsya bi tevgerên xwe danûstandina Normandîya diqedîne, raber dike ku bala wê ne li ser e û zararê dide bawerkirina bi wê.”

Wezareta Karên Derve ye Rûsya doh jimareke nameyên bi Fransa û Almanya re weşandin û îdia kir ku sekna Moskowê ya bo rojhilata Ukrayna şaş tê nîşandan.

Di danûstandinên Normandîya de, Ukranya, Rûsya, Almanya û Fransa hene.

Back to top button