Dolarê Amerîkî gihişt 10.97 lîreyê Tirkî

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê li pey parastina deshilatdariya xwe civakê hejar dike.
Erdogan her ku di axive, civaka Tirkiye hejartir dibe.
Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihîşte 10.97 lîreyan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan doh, di civîna koma partiya xwe ya li meclisê de li ser rewşa aborî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivî.

Erdogan îşaret bi wê yekê kir ku ew ê rûbrûyî faîzê û enflasyonê bibe û got:

“Bila hevalên me ên ku faîzê diparêzin li qisurê nenêrin, ez ne ligel wan kesan im ku faîzê diparêzin.”

Ev gotinên Serokomarê Tirkiyê ên derbarê faîzê de di demekê de ne ku ji ber polîtîkaya daxistina faîzê ya hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar dikeve.

Ev yek rewşa aboriya li welat xirabtir dike.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, bihayê her dolarekî Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî gehişte derdora 10.97 lîreyan.

Back to top button