Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya li Silêmaniyê hate vekirin. Di pêşangehê de nêzî nîv milyon pirtûk tên nîşandan. Her wiha di pêşangehê de pirtûkên Rêber Apo, Şehîd Diyar Xerîb û Sakîne Cansiz jî cih girtin.
Îro li avahiya pêşangehên navnetewî ya Silêmaniyê, Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya hate vekirin.
Hat gotin, ji 15 welatan 250 weşanxane bi nêzî nîv milyon pirtûk tevli pêşangehê bûne.
Her wiha di pêşangehê de pirtûkên Rêber Apo, Şehîd Diyar Xerîb û Şehîd Sakine Cansiz jî hene.
Wê pêşangeh 10 rojan di navbera saet 10:00’ê sibê heta 22:00 ê şevê vekirî bimîne.