Rêber Abdullah Ocalan: Mêr bi qasî jinê ji jiyanê fêhm nake

“Rêber Abdullah Ocaln di nirxandineke xwede diyar dike di warê zanistî de jî îspat bûye ku jin weke biyolojîk jî hebûneke navendî û çavkaniye û dibêje: “Bi kurtî bedena jinê ya mêr jî di hundurê xwe de dihewîne, lê ya mêr a jinê di hundurê xwe de nahewîne. Ji ber vê yekê em dibêjin, divê jin ji fizîka xwe piştrast be.

Rêber Apo ji roja destêpêkê heya niha ji bo azadiya jinê, kedekê bê eman daye meşandin.

Di tevahî nirxandin û parêznameyên balikşandiye li ser çareseriya pirsgirêka jinê.

Rêber Ocalan ji derveyî rola jin a di civakê de, di aliye biyolojîk jî weke hebûneke navendî dinirxîne.

Rêber Apo diyar dike, jin weke biyolojîk ji mêr navendîtire, ji civakîbûyînê jî wêdetir hebûneke navendî û çavkanî ye û wiha dinirxinîne;

“Bedena jinê ya mêr jî di hundurê xwe de dihewîne, lê ya mêr a jinê di hundurê xwe de nahewîne. Xwîn herikîna ji malzarokê, divê wek herikîneke jiyana xwezayî ya hê neqediyaye were fêmkirin. Ji ber ku jin navenda jiyanê temsîl dike. Li hemberî vê rastiyê mêr wek parçeyek an jî laqekî jinê xuya dike.”

Rêber Ocalan teqez dike ku jin ji mêr zêdetir piştrast disekine, weke îspata vêya jî hesûdiya mêr ya beramber jinê bibîr dixe û wiha pêde diçe:

“Yek ji îspatên vê rastiyê, hisa hesûdî û çavnebariya zêde ya mêran e. Mêr mîna belayekê li dora jinê digere, natebite. Ev hemû çavdêrî nîşan didin ku bedena jinê navenda hebûnê ye. Divê jin ji bedena xwe piştrast be.”

Rêber Apo hest û hîsên bi hêz ên jinê weke pêwendiya wê ya bi hêz a bi jiyanê re digre dest û diyar dike ku mejiyê hisî ji mejiyê jiyanê qut nabe, empatî û sempatiyê bi awayekî xurt di xwe de dihewîne.

“Wexta li cem jinê mejiyê analîtîk pêş bikeve jî bi hebûna mejiyê xwe yê hisî bi jiyanê ve hê girêdayî ye, giran e, xwedî wê qabîliyetê ye, texrîbkar nîne. Mêr qasî jinê ji jiyanê fêm nake. Jin bi xwe jiyan e, qabîliyetek e; di her warê jiyanê de ji durûtiyê dûr e, nişmî ye û zelal e. Ev qabîliyeta jinê xurt e. Em vê yekê ji jiyana xwe ya şexsî jî baş dizanin.”

Back to top button