Şêniyên Amûdê sersaxî dan malbata şehîd Qendîl Zap

Xelkê navçeya Amûdê û gundên wê li gundê Sinciq Sedûn sersaxî ji malbata şehîd Şervan Mehdî (Qendîl Zap) re xwest.

Şehîd Qendîl di 7’ê Tîrmeha 2021’an li herêma Heftanînê ya başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Amûdê serdana konê sersaxiyê ku li gundê Sinciq Sedûn hatiye danîn, kirin.

Li konê sersaxiyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Endamê rêveberiya meclisa navçeya Amûdê Sabir Mihemed jî axivî û da zanîn ku ev meh ji bo gelê Kurd pir girîng e ji ber ku di vê mehê de Tevgera Azadiya Kurdistanê hat damezirandin.

Sabir Mihemed piştrast kir ku Tevgera Azadiya Kurdistan dê têkoşîna xwe bidomîne heta ku mafên rewa yên gelê Kurd, azadiya jinê bidest bixin.

Back to top button