Talîbanê wênekêşê ji rojhilatê Kurdistanê girt

Talîbanê li Afganîstanê, wênekêşê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Elîpûr girt.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Hangawê, Talîbanê pêr wênekêşê Kurd Îbrahîm Elîpûr dema ku wêne digirt, ew girtin.

Elîpûr ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Banê ye.

Di heman demê de Elîpûr endamê federasyona navneteweyî ya hunera wenegirîyê û nûçegîhanê Mîdle East Imagê ye.

Mîdle East Imageyê jî piştrastkir ku nûçegîhanê wan ji alîyê Talîbanê ve hatîye girtin.

Îbrahîm Elîpûr heya niha li nava Îranê û derveyî wir nûçegihanî kiriye û pirtûkeke fotografan li ser hewreman weşandîye.

Back to top button