Çeteyên dewelta Tirk 4 kes ji Efrîna dagirkirî revandin

Çeteyên dewleta Tirk rojane ji Efrîna dagirkirî, welatiyan direvînin, û dest datînin li ser mal û milkên wan. Dagirkeran bi hêcetên cuda 4 kesên din revandin, û 4 kesên ku beriya niha girtibûn, piştî ku pere ji wan girtin û ew berdan. Çeteyan li navenda Efrînê jî êriş birin ser mala welatiyekî Kurd.

Li Efrîna dagirkirî, Sûc û hovîteya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.

Welatiyên ku li Efrînê mane bi her cure kiryarên dermirovî re rû bi rû dimînin.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 4 kes bi hincehtên cuda ji Efrînê revandine.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Hesen Heydo yê 50 salî ji gundê Hec Qasima yê bi ser navçeya Mabata.

Ciwan Mihemed yê ji gundê Mist Aşûra yê bi ser navçeya Mabata.

Ebdilrehmen Hesen û Kurê wî Rodî Hesen yên ji Yalankozê yê bi ser navçeya Cindirêsê.

Her wiha çeteyan 4 welatiyên din ku beriya niha ew revandibûn jî di berdêla berdana wan de pere girtin û ew berdan.

Li gorî Navneda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê di hefteyên destpêkê yên vê mehê 70 welatî ji Efrînê hatine revandin.

Çeteyan êriş birin ser mala welatiyekî Kurd ya li navenda Efrînê

Li aliyekî din, çeteyan êrişê mala welatiyê bi navê Azad Ismet Hesen ya li navenda bajarê Efrînê û li pêşiya malbata wî lêdan û heqaret lê kirin.

Hat diyar kirin ji ber welatiyê bi navê Azad malbateke çeteyan ku xaniyê wî deteser kirbû ji mala xwe derxist, çeteyan êriş birin ser malê.

Azad Ismet ji gundê Çeqela ê bi ser navçeya Şiyê ye.

Çete bacê li ser erebeyên ku zeyet û zeytûnan bar dikin ferz dikin

Li kêleka revandina welatiyan, dizî û talan jî dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk di bin navê bacan de, berhemên zeytûnê ya welatiyan didizin.

Çete li kêleka bacên ku li ser guvaşgehên zeytûnê ferz dikin û ji 25% ji berhemên zeytê ji xwe re dibin, û li ser berhema darekî 2 dolar digirin û bacê li ser hemû erebeyên ku zeyt û zeytûnan bar dikin jî ferz dikin.

Back to top button