PDK ê cenazeyên şehîdan nade malbatên wan

Çalakiya konvedanê ya malbatên Şehîdan a li deriyê sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe 45 roj didome..
Îro endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Endamên Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewalkariyê ya kantona Hesekê beşdarî çalakiyê bûn û helwesta PDK’ê şermezar kirin.

45 rojin malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka di çalakiyê de ne..

Ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re, endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Endamên Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewalkariyê berê xwe dan konê çalakiyê…

Li ber derî, li ser navê kesên beşdarî çalakiyê bûn, daxuyaniyek hat dayîn û xiyaneta PDK’ê hat şermezarkirin…

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî, rêxistinên mirovî, Xaça Sor a Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku destwerdanê bikin da ku cenaze radestî malbatan werin kirin.

Back to top button