Di hilbijartinên Danîmarkayê de 20 Kurd hatin hilbijartin

Li Danîmarkayê di hilbijartina herêmî de Partiya Gel a ku dijminatiya biyaniyan dikir derbeke giran xwar. 20 kurd jî di şaredariyan de ketin meclîsên şaredariyan.

Li Danîmarkayê roja duşemê hilbijartin ji bo 98 encûmenên şaredarî û 5 hikûmetên herêmî pêk hat.

Encamê hilbijartinê îro diyar bû.

Li gor encamê dengên Demokratên Sosyal kêm bû û Partiya Gel a Mûhafazakra Konservatîve û Partiya Lîberal Venstre di hilbijartinê de bi ser ketin.

Partiya Gel a Danîmarkayê ya ku dijminaitya biyaniyan dikir derbeke giran xwar.

Di hilbijartinan de 5 jê jin 20 Kurdên Bakurê Kurdistanê ketin meclîsên şaredariyan.

Li Danîmarkayê ya ku nifûsa wê 5,7 milyon e, 4 salan carekê hilbijartinên herêmî tê lidarxistin. Di hilbijartina herêmî de 2021 endamên meclîsê hatin hilbijartin.

Back to top button