Doh êvarê 430 koçberên Başûr vegeriyan li ser axa xwe

Bi sedan welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo jiyaneke baş berê xwe dan Ewropa lê hesabê sûkê û malê hevnehat, li ser sînorê Belarûs û Polonya bi felaketeke mirovî re rû bi rû ne, rê ji wan re nayê vekirin paşve tên vegerandin.
Doh êvarê 430 kes vegeriyan li ser axa xwe.
Kesên ku vegeriyan diyar kirin ku wan rastiya Ewropayê baş naskirin û nema axa xwe diterîkînin.
Kesên ku vegeriyan bang li ciwanên Kurd kirin ku nan û axa bixwin lê axa xwe neterikînin.

Bi sedan ciwan û xelkên Başûrê Kurdistanê bi hêviyek mezin ji bo jiyanek baş berê xwe dan Ewropayê.

Lê hesabê malê û sûkê hevdû negirt, kesên ku ser rêyan ketin, bûn qurbanên bazarên siyasî.

Bi deh hezaran jin, ciwan zarokên ku ji başûr koç kirin li ser sînorê Polonya – Belarûsê bi kareseteke mirovî re rû bi rû man.

Rê ji wan re nehate vekirin û paşve tên şandin.

Doh êvarê koma yekem ku 430 kesan pêk dihat bi balafirên Charter yên ji Mînskê ber bi Bexda û Hewlêrê ve paşve hatin şandin.

Ev dîmenê ku hûn temaşe dikin li balafirgeha hewlêrê ye hin ciwan serçavên xwe digrin, şerm dikin.

“Weke topek me kiribûn her aliyek bi me dilîst”

Koçbereke ku vegeriyaye dibêje ” weke topek me kiribûn, her aliyek bi me dilîstîn û davît aliyeke din”

Koçber di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku ew ji ber rewşa nebaş a Başûr xwest biçe, pişt ku hin tiştan bi çavê xwe dît, êdî qedrê axa xwe başdizanin.

“Gotinên ku dibêjin Ewropa xweş e azadî heye hemû derew e”

Jinek jî dibêje axaftinên ku dibêje ewropa xweş e, azadî heye hemû derew e, bang kesên ku dixwazin biçin ewropayê kir ku rastî newisaye li ser axa xwe bin.

“Nan û axê bixwin axa xwe neterikînin neçin Ewropa”

Ciwaneke din jî diyar dike ku tu li wir bi pirçîna bimire ne xemakesiye. Bang li ciwanan kir nan û axê bixwin, lê neçin Ewropa.

Back to top button