Artêşa dagirker bi çekên giran gûndên Şêrawa topbaran kir

​​​​​Artêşa Tirk û komikên xwe yên çete cardin êrîşî gûndên Şêrawa kirin û gundewarê wê kirin armanc.

Artêşa dagirker bi awayekî ketûber doh derengiya şevê gundê Bênê û Tepê Şehîd Xabûr yê navçeya Şêrawa topbaran kir.

Hate ragihandin ku topbaran bi çekên giran weke hawan, obus û tankan pêkhatiye û qasî 4 saetan berdewam kiriye.

Di encama topbaranê de zirar û ziyan gîhîşt zevî û erdên sivîlên li herêmê

Back to top button